Ji ber Coronayê 37 kesên din li Tirkiyê mirin

Li Tirkiyeyê îro 37 kesên din jî ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da û hejmara kesên ji ber Coronayê mirine bi giştî bûye 168.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên derbarê vîrusa Coronayê de parve kirin.

Koca, diyar kir ku di 24 saetên dawî de 37 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane, hezar û 610 kes jî nû bi vîrûsê ketine.

Hejmara kesên ji ber Coronayê mirine jî bi giştî bûye 168.

Koca, anî ziman ku li Tirkiyê bi tevahî heta niha 10 hezar û 827 kes bi vîrusê ketine.

Back to top button