Li Iraqê 83 kesên din bi Coronayê ketin, 4 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê 83 kesên din jî bi Coronayê ketine û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê li Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê îro 83 kesên din bi vîrûsa Corona ketine, 4 kesên bi Coronayê ketibûn jî jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Bexda 14, li Besra 10, li Necef 18, li Silêmaniyê 14, li Kerbela 3, li Musena 12, li Hewlêr 10 û li Duhok 2 kes bi vîrusa Coronayê  ketine.

Her wiha hat destnîşankirin ku li Necef 2 kes, li Wast kesek, li Diyala kesek bi giştî 4 kes jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane.

Tê zanîn ku li Hewlêr 6 kes, li Necef 3 kes bi giştî 9 kes rehet bûne.

Back to top button