Li Sûriyê rewşeke din ku bi vîrûsa Coronayê mir, hat tomarkirin

Hikumeta Şamê ragihand ku kesekî din ji ber vîrûsa Coronayê li Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristyê ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku ji 9 kesên bi vîrûsa Coronayê ku beriya niha hatibûn ragihandin, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê diyar kir ku bi vê yekê bi giştî li Sûriyê 10 rewşên ku bi Coronayê ketine hatin tomarkirin.

2 ji wan jiyana xwe ji dest dane.

Duh jî heman wezaretê yekem rewş ku ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da ragihand.

Lê wezareta navborî ti agahiyên berfireh derbarê kesên ku heta niha jiyana xwe ji dest dane heta niha parve nekirine.

Back to top button