Vîrûsa Corona..Pentagonê mirina yekem leşker ragihand

Wezareta Parastinê ya Amerîkî- Pentagon, duh êvarî mirina yekem leşker bi vîrûsa Coronayê ragihand û diyar kir ku jimareke din jî pê ketine.

Li gorî Pentagonê, ev leşker ji 21ê Adarê ve di nexweşxaneyê de bû û Şemiyê jiyana xwe ji dest da.

Heya niha, zêdetirî 163 hezar kes li Amerîkayê pê ketine û nê kêmê 3 hezar û 148 kesî jî mirine.

Piştî 4 rojên bêyî rewş, îro desthilatên Çînî ragihand ku 48 kesên din li bejahiya welêt bi vîrûsê ketine.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Niştimanî, hemû rewşên nû ji derveyî Çînê hatine û jimara wan bi giştî gihaştiye 771 kesî.

Back to top button