Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, di nava 12 saetan de, 2 dronên Tirkî li başûr û rojavayê Terablusa paytext anîn xwarê.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Yedek a Artêşa Niştimanî ragihand ku yekîneyên wan karîbûn droneke Bêriqdar li rojavayê Terablusê, bînin xwarê.
Li gorî navendê, vê dronê hewl dida êrîşî deverên wan li devera el-Kesarat Bûrşefana bike.
Berî vê yekê bi çend saetan jî, artêşa Niştimanî xistina droneke Tirk din ragihandibû.
Artêşê diyar kir ku dron ji baregeha Miêtîqa derketibû û li başûrê paytextê hat xwarê.