Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî ragihand ku, bi saya keda mezin a hêzên wan, rewşa girîgehê hat kontrolkirin.
Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku, ji bo çareseriyek ji vê pirsgirêkê navdewletî re were dîtin, divê hevkarên wan û civaka nevdewletî asta xebata xwe bilind bikin.
Ebdî got:
Bi saya keda mezin a hêzên me û nêzîkatiya objektîv û lezgîn a li hemberî tevliheviya girtiyên DAIŞ’ê, me karîbû rê li ber karesetekê bigirin û rewşa di hundirê girtîgehê de bixin bin kontorlê, bêyî ku ti rewşên revê çêbibin.