Li Herêma Başûrê Kurdistanê, 11 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku, jimara kesên nexweş gihiştiye 161 kesî û heta niha tenê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî jî diyar kir ku, 83 kesên din bi coronayê ketine û 4 kes li welêt mirine heya niha-.
Li Îranê jî, di 24 saetên borî de 3 hezar û186 kesên din bi vîrûs ketine û 117 kesan jiyana xwe ji dest da.
Bi vê rewşê, jimara nexweşên Corona li Îranê dibe 41 hezar û 495 ku ji wan 2 hezar û 757 kes mirine.