Dorpêça li ser Mexmûrê, di medya civakî de, kampanyek ji bo Mexmûrê hat destpêkirin

Nêzî 8 mehan e, wargeha Mexmûrê di bin dorpêçeke giran de ye. Ji bo bidawîkirina dorpêça li ser wargehê, di medya civakî de kampanyek hat destpêkirin. 

Ji bo Rêveberiya Hewlêrê ambargoya li ser Mexmûrê yekser rake, li ser medya civakî kampanyayekê dest pê kir.

Bi taybetî hunermend û siyasetmedarên Kurd, ji bo bidawîkirina ambargoyê bang li Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Federal kir.

Di parvekirinan de ku wêneyên kampê hene, nivîsên “Em bang li hikumeta Başûr dikin! Divê ambargo bi temamî bi dawî bibe” hatin parvekirin.

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an de, ambargo li ser kampa Mexmûrê ku di bin kontrola NY de ye, heye.

Li kampê, 12 hezar Kurd hene û bi zor û zehmetî debara xwe dikin, nemaze ku bi belavbûna vîrûsa Corona re, gefeke din li wan tê xwarin.

Back to top button