Kewser Doko: Wê perewerdeya dibistanan, di “rojava tv” de were dayîn

Desteya Perwerde û Fêrkirinê wê bi rêya kanala Rojava TV, perwerdeyê bide û ji bo vê yekê sîstema bi navê “Dibistana Malê” çêkir.

Kewser Doko diyar kir ku erkeke mezin dikeve ser milê malbatan, divê malbat zarokên xwe bişopînin û wan teşwîqî perwerdeyê bikin.

Rêveberiya Xweser, da ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa coronayê bigire, tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh ji 14’ê Adarê ve xistin betlaneyê.

Li ser vê biryarê, li herêman tevahî 4 hezar û 317 dibistan hatine girtin, bi vê yekê 789 hezar û 225 xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane.

Bi armanca xwendekar ji perwerdeyê qut nebin û li malê perwerdeyê dewam bikin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê wê bi rêya kanala Rojava TV, perwerdeyê bide.

Desteyê ji bo vê yekê sîstema bi navê “Dibistana Malê” da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Kewser Doko anî ziman ku vekirina dibistanan di dema niha de zehmet e, ji ber dibistan cihê kombûna hejmareke mezin a xwendekaran e.

Kewser destnîşan kir ku ji bo xwendekar ji perwedeyê qut nebin, Rêveberiya Xweser, sîstemek bi navê “Dibistana Malê” çêkir.

Kewser diyar kir ku erkeke mezin dikeve ser milê malbatan, divê malbat zarokên xwe bişopînin û wan teşwîqî perwerdeyê bikin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, di dawiyê de da zanîn ku wê deste bi rêya komîn, meclis û malbatan xwendekaran bişopîne.

Back to top button