Dewleta Tirk, karwaneke leşkerî derbasî Idlibê kir

Dewleta Tirk a dagirker, karwanekî leşkerî, ku ji bêhtirî 2 hezar maşîneyên leşkerî pêk tê, derbasî herêma Putin-Erdogan a kêmkirina şer kir.

Çavdêriya Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku, vê sibehê, bi dehan erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk, di dergeha Kefer Losîn re, ji Lîwaya Skenderon derbasî xaka Sûriyê bûn.

Çavdêriya Sûrî bi bîr xist ku, ji dema lihevkirina nû ya rawestandina şer heta niha, 2 hezar û 75 erebe, li gel bi hezaran leşker, ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.

Bi vê yekê jî, ji 2’ê Sibatê ve, jimara maşîneyên dewleta Tirk ên gihiştine herêma qaşo Kêmşer, 5 hezar û 500 derbas kir.

Her wiha jimara leşkerên Tirk jî ku li Idlib û Helebê belav bûne, bûne zêdetirî 10 hezar û 100 leşkerî.

Back to top button