Li kampa koçberên Girê Spî, navendek tenduristiyê hat vekirin

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî, navendeke tenduristiyê li kampê vekir û bang li koçberan kir ku li paqijiya xwe miqate bin.

Navenda tenduristiyê ya li kampê hat vekirin, ket xizmeta koçberan.

Tê de, 10 xebatkar û bijîşkên nexweşiyên hindir, zarok û jinan kar dikin û beşek ji bo dermanxaneyê heye.

Rêveberiya kampê bang li koçberan kir ku li paqijiya xwe miqate bin û ji konên xwe dernekevin.

Ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, şêniyên bajarê Girê Spî neçarî koçberiyê bûn û niha li kampeke nêzî bajarokê Til Seminê yê li başûrê navçeya Eyn Îsayê ne.

Back to top button