Vîrûsa Corona.. girtîgehan bikin nexweşxane

Li Tirkiyê girtîgeh ji ber vîrûsa Corona di metirsiyê de ne.

Hevserokê Federasyona Komeleyeyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan a MED’ê Mehmet Temîzyuz anî ziman ku niha firsendeke mezin e ku girtîgeh werin valakirin û bibin nexweşxane.

Temîzyuz, bal kişand ser metirsiya vîrûsa Coronayê li girtîgehan û destnîşan kir ku ger gav neyên avêtin wê demên pêş jiyana girtiyan bikeve metirsiyê.

“Deriyê zindanan venekin, em ê dakevin qadan”

Ji ber metirsiya Corona, malbatên girtiyan jî bi fikar in û dixwazin rojek berî rojekê girtîgeh werin valakirin.

Malbatên girtiyan diyar kirin ku rayedarên Tirkiyê deriyê zindana venekin ew ê dakevin qadan.

Back to top button