HRW bang li dewleta Tirk kir ku avê li ser Hesekê û gundewarê wê qut neke

Rêxistina navdewletî ya Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku avê nema li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî qut bike û stasyona Elokê ranewestîne.

Rêxistinê teqez kir ku di wextekî de metirsiya belavbûna vîrûsê li herêmê li dar e, Tirkiyê bi qutkirina avê rê li ber xebat û rêkarên li dijî vîrûsê digire.

 

Heta niha ji bo xweparastina ji vîrûsa Coronayê hem rêxistinên tenduristiyê yên navdewletî û hem jî pispor û lêkolînerên bijîşkî li ser paqijiyê teqez dikin.

Lê li deverek ku av nebe wê metirsiya vîrûsa Coronayê qat bi qat zêdetire.

Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk avê weke çek li dijî şêniyên Bakur û Rojhialtê Sûrî bikar tîne.

Carên herî dawî jî di demeke ku tevahiya cîhanê li ber vîrûsa Coronayê bêçare maye, dewleta Tirk dîsan av li ser bajarê Hesekê û gundewarê wê qut kir.

Di vê derbarê de Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) bang li dewleta Tirk kir ku avê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî qut neke û stasyona Elokê ranewestîne.

HRW: Tirkiyê rê li ber rêkar û xebatên li dijî vîrûsa coronayê digire                    

Cîgirê rêveberê beşê Rojhilata Navîn Michael Page got:

Di wextekî de ku metirsiya vîrûsa Coronayê li dar e, Tirkiyê bi qutkirina avê rê li ber xebatên rêxistinên mirov li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî digire.

HRW: Astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser ji ber biryarên ”NY” in

Rêxistinê bal kişande ser kêmderfet û astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî jî.

Rêxistinê ev astengî bi dorpêçiya li ser herêmê û biryara NY a derbaskrina alîkariyan di deriyên di bin kontrola dagirkeriya dewleta Tirk ve girêda.

Beriya çend rojan jî Tora Dotşê Vîlê DW ya Almanî jî bal kişand ser qutbûna avê ku dewleta Tirk ji ser Kantona Hesekê qut kiriye û teqez kir ku dewleta Tirk vê yekê weke çek li dijî gelên herêmê bi kar tîne.

Back to top button