Yekîtiya Suryan: Cejna Ekîto vejîn û jiyana nû ye

Partiya Yekîtiya Suryan cejna Ekîto pîroz kir û teqez kir ku ew bi çareseriya siyasî û Sûriyeke nenavendî re ne. Rêveberiya Xweser, MSD û PYD’ê jî cejna Ekîto pîroz kirin û hêvî kirin ku gelê Sûriyê armancên xwe yên azadî û wekheviyê pêk bînin.

Sibê 1’ê Nîsanê cejna Ekîto ya sersala Suryan-Aşûrî ye ku gelê Suryan her sal pîroz dike û wek nîşaneya vejîna jiyanê li gorî çanda Suryanan e.

Partiya Yekitiya Suryan bi daxuyaniyekê cejna Ekîto pîroz kir û weke sembola nûkirin, vejîn, jiyana nû bi nav kir.

Yekîtiya Suryan: Em bi çareseriya siyasî û sûriyeke nenavendî re ne

Partiyê bîr xist ku serhişkiya rêjîmê hêmanên sereke yên dewamiya aloziya Sûrî ne û wiha got:

Em teqez dikin ku em bi çareseriya siyasî û Sûriyeke demokratîk a pirreng a nenavendî re ne.

Partiya Yekîtiya Suryan balkişand li ser metirsiya vîrûsa Corona û ev bang:

Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî perspektîfên aliyên pêwendîdar ên fermî tev bigerin, bi hevre hevkar bin da ku vê krîzê têk bibin, mirovahiyê jê rizgar bikin.

Rêveberiya Xweser: Em hêza xwe ji boneyên dîrokî digrin

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî jî Cejna Ekîto pîroz kir û teqez kir ku ew vîna xwe ji van cejnan digrin ku nîşaneya pirengiya wan e û yek ji aktorên hêza pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûrî ne.

Rêveberiya Xweser hêvî kir ku tenduristî û aştî li tevahiya cîhanê belav bibe û wiha nî ziman:

Bi hêviya ku em boneyên xwe yên dîrokî bikin destpêkeke xurt ku biratî, hevgirtin û têkoşîna me ya ji bo aştî û bidestxistina mafên xwe yên rewa di Sûriyeke demokratîk ne navendî de biparêzin.

MSD: Bila dagirkerî bi dawî bibe û gel hêviyên xwe pêk bîne

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê jî cejin bi peyamekê pîroz kir.

MSD’ê hêvî kir ku cejna bê, di nava aramî, azadî, demokrasî û wekheviyê de pêk bê.

PYD: Bi hêvî ne ekîto bibe wesîleya aramî û aştiyê

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî cejna Ekîto li tevahî gelê Suryan-Aşûrî û gelên herêmê pîroz kir û wiha got:

Em bi hêvî ne ku ev cejn bibe wesîleya dewama biratî, jiyana hevbeş, hêviya derbaskirina aloziya tenduristiyê bi hev re.

Her wiha berjewendiyên gelê me yên bidestxistina mafên demokratîk yên rewa ji tevahî pêkhateyan re .

Back to top button