Konseya Ewlekariyê banga rakirina cezayên li dijî Sûriyê kir

Ji bo hêsankirina xebatên rêxistinên navdewletî û girtina rêkarên pêwîst li dijî vîrûsa Coronayê li Sûriyê, Konseya ewlekariya Navdewletî banga rakirina cezayên li ser Sûriyê kir.

Her wiha wezîrê derve yê DYA bi hempîşeyê xwe yê Rûs re axivî û aliyan li ser bivhanîna biryarên Lûtkeya G20 a li dijî vîrûsa Coronayê teqez kirin.

 

Bi zedebûna metirsiya belvabûna vîrûsa Coronayê li Sûriyê û bi taybet li herêmên şer bangên navdewletî ji bo rawestandina şerê ku ev 9 salan li dar e, jî zêdetir dibin.

Herî dawî NY banga xwe ya rawestandina şer dubar kir û daxwaza rakirina cezayên li dijî Sûriyê kir.

NY: Cezayên li ser sûriyê, xebatên rêxistinên tenduristyê asteng dikin

Konseya Ewlekariya Navdewletî diyar kir ku cezayên li ser Sûriyê rê li ber rêxistinên navdewletî, nemaze yên mirov ji bo alîkariya di milê tenduristiyê de li herêmên ku binesaziya wan a tenduristiyê li Sûriyê têk çûye, digire.

Meclisê bang kir ku divê livûtevgera karmendên rêxistinên navborî li Sûriyê were hêsankirin.

Beriya niha jî nûnerên hikumeta Şamê, Rûsya, Çîn, Îran û hin welatên din li Konseya Ewlekariyê bi riya nameyekê ji sekreterê giştî yê NY xwestibûn ku cezayên Amerîkî yên li ser Sûriyê bên rawestandin.

Pedersen banga rwestanidna şerê li Sûriyê dubare kir

Ji aliyê xwe ve nûnerê NY ji bo aloziya Sûriyê Geir Pedersen banga xwe ya rawestandina şerê li Sûriyê dubar kir.

Rêxistina Tenduristiya Navdewletî beriya niha hişyarî dabû ku ji ber şerê lê, Sûriyê ji welatên herî metirsîdar e ku bi lez vîrûsa Coronayê lê belav bibe.

Di heman çaçroveyê de Wezîrê derve yê DYA Mike Pompeo bi riya telefonê derbarê krîza vîrûsa Coronayê ku aloziya Sûriyê kûrtir kiriye, bi hempîşeyê xwe yê Rûs re axivî.

Amerîka û Rûsyayê li ser bichanîna biryarên lûtkeya g20 tekez kirin

Wezareta derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku aliyan li ser hêsankirina bichanîna biryarên Lûtkeya G20 ku 26 Adarê hat lidarxsitin, teqez kirine.

Duh Wezareta Tenduristyê ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku ji 9 kesên ku bi vîrûsa Coronayê ketibûn, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Wezaretê diyar kir ku bi vê yekê, heta niha bi giştî, rewşên li welêt 10 in, 2 ji wan mirine.

Back to top button