Tevî banga NY, li Idlibê 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Tevî agirbest û bangên navdewletî yên rawestandina şerê li Sûriyê, li Idlibê şer li dar e û 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sekvanî hêzên rejîmê li bejahiya Fitêra ya Cebel El-Zawiyayê kirin hedef.

Di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Hêzên rejîmê jî deverên çeteyên dewleta Tirk li gundê Afas li gundewarê Seraqib, li rojhialtê Idlibê topbaran kirin.

 

Dewleta Tirk karwanekî din ê leşkerî derbasî Idlibê kir

Li aliyekî din Dewleta Tirk a dagirker jî karwanekî leşkerî derbasî herêmên bi navê ”Kêmşer” li Idlibê kir.

Çavdêriyê bi bîr xist ku, ji dema ragihandina agirbesta Putin-Erdogan, dewleta Tirk 2 hezar û 75 erebe, li gel bi hezaran leşker, ji Tirkiyê derbasî Sûriyê bûne.

Ev şer û tevgerên leşkerî li Idlibê hemwextî bangên navdewletî yên rawestandina şerê li Sûriyê, pêk tên.

Back to top button