Di roja 11‘an a qedexeya derketina derve de, Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi koordîneya tevahiya komîteyan hemleyên rêgirtina li pêşiya derketin û belavbûna Coronayê didomîne.
Şaneya Kirîzê dest bi hemlaya pakkirin û reşandina derman li piraniya gund, kolanên sereke, deriyê têketin û derketina gundan û saziyan kir.
Komîteyên girêdayî hemleyê dest bi pakkirin gundên herêma El-Cizrat ên Rojavayê Dêrazorê kirin.
Di nav kolanan sereke de dest bi reşandina dermanan kirin da ku pakkirin bigihêje tevahiya cihan.
Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a gundê El-Sawa yê Rojavayê Dêrazorê Zekeriye El-Esaf got:
“Bi koordîneya yekser û bilez a bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re me tedbîrên hişyariyê li herêmê girtin.”
El-Esaf diyar kir ku wan Ji beriya 2 rojan dest bi reşandina dermanan û pakkirina tevahiya cihên giştî, taybet, kolanên sereke û gundan kiriye.
Zekeriye bang li şêniyan kir ku ji bo xweparastinê biryara qedexeya derketina derve pêk bînin.