Li Başûrê Kurdistanê, 12 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de, 12 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî wezaretê, jimara kesên li Herêma Başûrê Kurdistanê bi virûsê ketine, bû 162 kes.

Li herêmê heya niha, tenê 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 57 kes jî rehet bûne.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî ragihand ku di nav 24 saetan de, 65 kesên din bi Coronayê ketine û 4 kes mirin.

Li gor danayên dawî yên Iraqê, heya niha 694 kes nexweş in, ji wan 50 kesî jiyana xwe ji dest daye, 170 jî rehet bûne.

Back to top button