Çavdêriya Sûrî: Çeteyan, bajarê Seraqibê topbaran kir

Piştî topbarana rejîma Sûrî li ser gundewarên Idlibê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bajara Seraqib bi mûşekan kirin armanc.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di danê êvarî de, hêzên rejîma Sûrî yên li Seraqibê bi cih bûne, bajarokê Afês, Cebel el-Zewiyê û gundewarê Idlibê bi mûşekan topbaran kirin.

Di heman demê de, çeteyên dewleta Tirk, hêzên rejîmê yên li bajarê seraqibê kirin armanc, lê heya niha ti encam nehatine bidestxistin.

Çavdêriya Sûrî her wiha diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk êrîşeke sekvanî li devera Fitêra li Cebel el-Zewiyê pêk anî û 2 leşkerên rejîmê kuştin.

Tevî ji 5ê Adarê de, qaşo agirbestek li Idlibê hatiye ragihandin û tevî banga NY a rawestandina şer ji bo Coronayê jî, carinan hinek binpêkirin li herêmê çêdibin.

Li gorî Çavdêriyê, ji vê sibê de ti deng ji herêma Putin-Erdogan nayê.

Back to top button