Corona wê bibe sedema mirina bi hezaran girtî

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Coronayê, rewşa girtiyên li Tirkiyê jî di metirsiyê de ye.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku bi nêzîkatiya dewletê ya ji bo tedbîrên girtîgehan, ev rewş dibe mîna bombeyekê.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî diyar kir ku girtî neyên berdan, wê vîrûsa Corona bibe sedema mirina bi hezaran girtî.

Li girtîgeheke Wanê, girtiyan çalakî pêk anî

Li dijî tedbîrên kêm ên li girtîgehan, girtî bixwe jî bi hêrs in û nerazîbûnan nîşan didin.

Duh girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê, bi çalakiyekê di hundirê girtîgehê de, daxwaza berdanê kirin.

Hate ragihandin ku li girtîgehê şewat derket.

Piştî şewatê, fît û dengê qêrînê li taxên derdora girtîgehê bi zelalî hatin bihîstin.

Back to top button