KOMA KU MÎT’A TIRK PERWERDE KIRIYE, DI DESTÊ ME DE YE

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan komeke şaneyên veşartî yên dewleta Tirk a dagirker girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Komek çete yên ku ji aliyê endamê MIT’ê Ebu Îmad ve dihate birêvebirin û li herêmên me ji aliyê kesekî bi navê Nazmî perspektîv digirtin di Cotmeha 2017’an û vir ve ji alî YPG’ê ve hatin şopandin.

Di encama operasyonên taybet de, şaneyek veşartî ku 4 çeteyan pêk tê hatin girtin.

Ev kom ji aliyê MIT’ê ve li ser teqemenî û sûîkast hatibûn perwerdekirin .

Di medyaya civakî de vê komê xwe bi navê “Hereket Qiyam” binav dikir.

Leave a Reply

Back to top button