KCK: Ji bo azadiya Rêber Apo, em ê têkoşînê mezin bikin

KCK’ê bi boneya nêzîkbûna rojbûna Rêber Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û rojbûna wî li mirovahiyê pîroz kir. KCK’ê diyar kir ku ji bo azadiya Rêber Ocalan wê têkoşînê mezin bikin û bingehê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê bi pêş ve bibin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya nêzîkbûna rojbûna 71’an a Rêber Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand û rojbûna wî li gelê xwe û mirovahiyê pîroz kir.

KCK’ê diyar kir ku rêber Ocalan bû rêberê demokrasî û azadiyê yê tevahî mirovahiyê û wiha got:

Rêber Apo, jiyana xwe bi temamî diyarî azadiya gelê Kurd kiriye.

Rêbertiya têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji her alî ve, rê li ber pêşketin û xurtbûnê vekiriye.

Bi kûrbûna xwe ya îdeolojîk û teorîk, paradîgmaya jiyana demokratîk û azad a gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê afirandiye.

KCK: Jidayîkbûna Rêber Apo, jinûvejîna jinê ye

KCK’ê destnîşan kir ku jidaykbûna rêber Ocalan ji nûvevejîna gelê Kurd û jinê ye û anî ziman ku rêber Ocalan xet û îdeolojiya azadiya jinê afirand.

KCK’ê da xuyakirin ku di rojbûna 71’an a rêber Ocalan de, ji bo azadiya wî divê têkoşîn bê mezinkirin û ev bang kir:

Em bang li jin, ciwan, gelên Tirkiye, mirovahî, antîkapîtalîst û civakparêzên demokratîk dikin, ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşînê mezin bikin.

Li ser vê bingehê, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê bi pêş ve bibin.

KCK: Divê her kes 4’ê nîsanê şitlê daran biçîne

KCK’ê ji bo Rêberê xwe ku her kêliyê ji bo gelê xwe û mirovahiyê jiyaye, salên dûrûdirêj ên têkoşîn û azadiyê hêvî kirin.

KCK her wiha got, divê her kes 4’ê Nîsanê şitlê daran biçînin û sekna xwe li dijî kapîtalîzmê nîşan bidin.

Back to top button