Corona hîna jî bandorê li ser welatên Kurdistan û herêmê dike

Li Hewlêrê, rewşên nû hatin tomarkirin û li Amedê jî jimara kesên bi vîrûsê dikevin, zêde dibe.

Li Tirkiyê jî go metirsî li ser girtiyan heye, hat raghandin ku li girtîgehekê vîrûs hatiye tesbîtkirin.

 

Li Iraqê ji ber corona kesek mir

Kabûsa corona ku ji dawiya sala 2019’an û destpêka 2020’an, cîhan tevde xistiye metirsiyê, belavbûna xwe li Kurdistan û welatên herêmê didomîne.

Rêveberiya tenduristiya parêzgeha Dîwanye a Iraqê, bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ji 2 kesên bi vîrûsê ketibûn, kesek mir.

Her wiha di çarçvoeya tedbîrên li dijî coronayê, ji girtîgehên Bexdayê 600 girtî, serbest hatin berdan.

Li Başûrê Kurdistanê 14 kesên din bi vîrûsê ketin

Jimare kesên ku li Başûrê Kurdistanê bi vîrûsa coronayê dikevin, roj bi roj zêde dibe.

Wezareta Tendursitiya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, 14 kes bi vîrûsê ketin ku di nava wand e, zarokek 10 salî jî heye.

Bi vê re heya niha li Herêma Başûrê Kurdistanê 2 kes mirine, 176 kes bi vîrûsê ketine û 61 kesan jî baş bûne.

Nûnertiya Başûrê Kurdistanê banga alîkariyê li hikûmetê kir

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê têkildarî rewşa koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne û bandora vîrusa Coronayê li ser wan, bi daxuyaniyekê banga alîkariyê li hikûmetê kir.

Li Şengalê têdbîr tên zêdekirin

Li Bajarokê Xanesor ê Şengalê tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa coronayê tên zêdekirin.

Di vê çarçoveyê de rêyên sereke yên hatin û çuyînê yên bajarok hatin girtin.

Li Amedê jimara kesên bi vîrûsê dikevin zêde dibe

Jimara kesên bi vîrûsê dikevin, li Tirkiyê zêde dibe.

Li Amedê heta niha li tevahiya nexweşxaneyên bajar di xwîna 24 kesan de vîrûs hat dîtin û 12 kes rakirin beşa venêrtina zêde.

Bi giştî 123 nexweş bi şika şewba corona li nexweşxaneyan têne dermankirin.

Li Tirkiyê kampaniya îmzeyan hat detpêkirin

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger û ya Kedkarên Cemaweriyê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk û Yekîtiya Tabîbên Tirk, nivîsek ji 7 daxwazan amade kir û dest bi kampanya îmzeyan kirin.

HDP: Corona wê bibe sedema mirina bi hezaran girtî

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Coronayê, rewşa girtiyên li Tirkiyê jî di metirsiyê de ye.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da zanîn ku bi nêzîkatiya dewletê ya ji bo tedbîrên girtîgehan, ev rewş dibe mîna bombeyekê.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyad Ceylan jî diyar kir ku girtî neyên berdan, wê vîrûsa Corona bibe sedema mirina bi hezaran girtî.

Li girtîgeha Gumuşhane Corona hat tesbîtkirin

Girêdayî mijarê, Girtiyê bi navê Mûstafa Geylanî yê ku di Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê de ye, bi riya telefonê ji malbata xwe re diyar kir ku li girtîgehê vîrûs hatiye tespîtkirin û girtîgeh ketiye bin çavdêriyê.

18 Rêxistinên meletiyê ji bo corona daxuyanî dan

Her wiha Partiyên siyasî, sendîka, weqf û komele jî di nav de 18 rêxistinên li Meletiyê, bi daxuyaniyekê, xwestin, derketina derve qedexe be, destûra bi maeş ji karker û kedkaran re bê dayin, alîkariya pere û civakî li malbatên xizan bê kirin.

Înîsiyatîf Agahiya Te jê heye ku nu hatiye avakirin, ji bo berdana rojnamegerên girtî, li ser medya civakî, bi hastaga #Berîkûvîrûsbikevêbilarojnamegerderkevin, kampanya da destpêkirin.

Li Îranê bi dehan kes bi Corona mirin

Li Îranê jî di 24 saetên dawî de 2 hezar û 987 kesên din bi koronayê ketin û 138 kes jî mirin.

Heta niha 15 hezar û 473 kesên bi koronayê ketibûn jî, baş bûne.

Back to top button