Hêzên rejîmê agirbesta li Idlibê binpê dikin

Agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê ku derbasî roja xwe ya 27’an bû, tevî bangên ji bo rawestandina şer ji ber rewşa coronayê, Şerê li herêmê didome. Hêzên rejîmê deverên li gundewarê başûrê Idlibê bi mûşekan kirin, hedef.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ragihand ku hêzên rejîma Sûrî, deverên Kensefra, Kefer Iweyid û hin deverên din li gundewarê Başûr ê Idlibê, bi mûşekan kirin hedef.

Lê derbarê encaman de agahî nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, li bajarokê Canodiye yê Cisir El-Şixûr, kesek bi tewanbariya hevkariya bi hêzên rejîmê, re, kuşt.

Li Humsê 3 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Li aliyekî din liv û tevgera çeteyan DAIŞ’ê jî hîna li çola Sûriyê, didome.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê li gundê Reşwaniyê yê Humsê, yek jê payebilind 3 leşkerên rejîma Sûrî, piştî ku ew revandin, kuştin.

Back to top button