Li Sûryê jmara kesên bi Coronayê mirîn gihişt 3’yan

Li Sûriyê rewşeke din ya mirina bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin, wiha jî hejmara kesên bi vîrsûê mirîn digihe 3’yan.

Îro Wezîrê Tenduristiyê yê hikûmeta Şamê, Nizar Yazecî, ragihand ku jineke li bajarokê Menîn ê gundewarê Şamê bi vîrûsa Coronayê mir.

Nizar Yazecî destnîşan kir ku jina bi vîrûsî mirî dibe yek ji herdeh kesên ku bi vîrûsê ketibûn û di bin çavdêriyê de bûn.

Her wiha Wezîrê Tenduristiyê daxwaz ji perpirsan kir ku li bajarokê Menîn tedbîrên pêwîst bigirin.

29 ê 30’ê adara jî Wezareta Tenduristiyê yê hikûmeta Şamê mirina du kesan bi vîrûsa Coronayê ragihandibû.

Wek rêkarên dijî belavbûna vîrûsê, li herêmên di bin rêveberiya hikûmeta Şamê de qedexeya çûnûhatine navbera parêzgehan didome.

Beirya niha jî Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî banga agirbestekê li tevahiya Sûriyê kiribû û xwestin girtiyên li Sûriyê bên berdan.

Back to top button