Kesên ku qedexeyê binpê bike dê werin cezakirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê cezakirina dikan û wesayetên ku biryara Qedexeya derketina Derve binpê bike, eşkere kir.

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê îro belavokek belav kir.

Di belavokê de rêveberiyê gelek tedîbrên ku dê pêkanîna biryara qedexeya derketina derve hêsan bike, girtin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku her dikaneke ji biryarê nehatiye istisnakirin wê bi 10 hezar lîreyên Sûriyê were cezakirin.

Ger ceza dubare bû wê cezaya madî bibe 2 qat û dikan di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de bi mûmê sor bê girtin.

Derbarê erebeyên ku biryayê binpê dikin, rêveberiyê got: “Her erebeyek an jî motorsîklêt an jî wesayîtên din ji biryarê nehatine istisnakirin, wê bi 5 hezar lîreyên Sûriyê werin cezakirin.

Ger ceza dubare bû jî wê miqadara cezayê 2 qat be.”

Her wiha Rêveberiyê destnîşan kir ku li ser bingeha berjewendiya giştî û parastina welatiyan ji belavbûna vîrûsê ev tedbîrê girtine.

Back to top button