Tirkiyê gundên Zirganê topbaran kirin, 4 sivîl birîndar bûn

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê berdewame, vê şevê gundên navçeya Zirganê ya Serê Kaniyê hatin topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker, derdroa saet 7’ê şevê de gundê Rebîat, Mihermel û Gûliyê yên nêzî navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.

Her wiha dagirkeriyê nuqteyek rêjîma Sûrî li nêzî navçeya Zirganê topbaran kir.

Tevî hedefgirtina benzînxaneykê li ser riya navçeyên Kesra û Zirganê.

Ev êrîşa dagirkeriyê jî derdora saetekê ser herêmê dewam kir.

Nûçegehanê me ragihand ku di encamê topbaranê de 4 sivîl ji gundê Rebîat bi giranî birîndar bûn.

Navê sivîlên ku birîndar bûne jî wiha ne: Mihemned Xidir Sayil ê 40, Heysem Yusif Wezzo ê 25, Cazîye Elî Xirxir ya 30 û Yasîn Remadan Remedan ê 20.

Birîndar jî li nexwşexaneya Til Temir hatin rakirin.

Back to top button