Corona..Li Tirkiyê jmara miriyan bû 277

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 2 hezar û 148 bi Coronayê ketine û 63 jî jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettin Koca, piştî Civîna Desteya Zanistê ya têkildarî geşedanên vîrusa Coronayê pêk hat civîneke çapemeniyê li dar xist.

Koca, daneyên vîrusa Coronayê ya rojane ya îro parve kir û got, “Di 24 saetên dawî de kesên hatiye tespîtkirin ku bi Coronayê ketine 2 hezar û 148 in, jmara nexweşên jiyana xwe ji dest dane 63 ne.”

Bi vê daxuyaniyê re jmara miriyan gihişt 277’an. Kesên heta niha bi vîrusê ketine jî bû 15 hezar û 679.

Back to top button