Li Başûrê Kurdistanê, 12 kesên din bi vîrûsê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, li parêzgeha Silêmanî û Helebcayê, 12 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin.

Li Kerkûkê jî, li ser fermana Serokatiya Dadgeha Îtirazê ya bajêr, ji ber metirsiya belavbûna Coronayê, beşek girtiyên li Kerkûkê tên berdan.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê heya niha, 176 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 2 kes mirine û rewşa 61 kesan jî bi temamî baş bûye.

Kesên nexweş, an jî bi-guman di bin çavdêriya tenduristî de ne.

Back to top button