Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî: Di hefteyekê de, jimara qurbanan duqat zêde bû

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), fikarên xwe, der barê belavbûna bilez a vîrûsa Corona anî ziman û diyar kir ku di nava hefteyekê de, jimara qurbanan du-qat bû.

Rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus got:

“Rêjeya belavbûna bilez ya vegirtina vîrûsa Corona li ser asta cîhanî, em xistine nava fikarên pir kûr.”

Ghebreyesus diyar kir ku “jimara miriyan li gorî hefteya borî, duqat zêde bûye.

Li gorî Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî jî, wê di rojên pêş de, milyonek kes bi vîrûsê bikevin û wê jimara miriyan jî bigihêje 50 hezarî.”

Back to top button