Keştiyeke şer a Tirkiyê, êrîşî bajarê Icêlat kir

Keştiyeke şer a Tirkî, ku li Deryaya Spî dimîne, bajarê I’cêlat ê Lîbyayê, kir armanc.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed Mismarî, ragihand ku keştiyeke şer ya Tirkiyê, bajarê Icêlat ê li rojavayê Terablusê, bi mûşekan topbaran kir.

Li gorî Mismarî, ti ziyanên canî çênebûne.

Berdevkê Artêşê diyar kir ku “destwerdana hêzên deryayî yên Tirkî her tim berdewam e, berê jî keştiyên barkirina çek û alavên leşkerî jî pê re dihatin.

Ji aliyê xwe ve, birêveberê Perspektîva Manewî Xalid Mehcûb, kêfxweşiya xwe bi biryara YE a hew-şandina çekan anî ziman.

Ev biryar, operasyoneke bi navê “Îrnî” daye destpêkirin, ku wê rê li ber şandina çekan bo Lîbyayê bigire, her wiha wê penabertiya ne rewa rawestîne.

Mehcûb got, qedexekirina çekan mijarek girîng e, ne tenê ji bo me, lê belê ji bo ewlehiya netewî ya navdewletî jî, ji ber eger komên çete bi temamî dest danîn ser welat, wê ev çete berê xwe bidin welatên Ewropayê jî.

Back to top button