Bila desteyên serbixwe biçin girtîgehan û tedbîr bên girtin

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Corona û metirsiya wê li ser tevahî civakê, fikarên li ser rewşa girtiyan jî zêde dibin.

Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku vîrûsa Coronayê dibe ku li girtîgehan bibe sedema rewşine giran.

Parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar bal dikişînin ser rewşa girtîgehan û dixwazin girtî hemû bên berdan.

Parêzer Zafer Încîn, diyar kir ku li dijî vûrsê tedbîr baş nayên girtin û berovajî wê, di demên dawî de binpêkirinan mafan di hundirê girtîgehan de zêde dibin.

Încîn anî ziman ku bila desteyên serbixwe biçin girtîgehan û tedbîrên pêwîst bên girtin.

Malbatên girtiyan: Ji bo cenaze dernekevin, bêdeng nemînin

Malbatên girtiyan jî ji bo rewşa zarokên xwe bi fikar in.

Malbat daxwazin ku qanûna înfazê ya ku AKP’ê anî meclisê, were guhertin û hemû girtî wek hev ji zagonan sûd bigirin û bi lez bêne berdan.

Back to top button