Li Tirkiyê, 29 jin di Adarê de hatin kuştin

Tevî ku vîrûsa Corona bi xwe jiyana mirovahiyê xistiye tehlukeyekê, lê dîsa jî di meha Adarê de tundiya li dijî jinê kêm nebûye.

Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin”, rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir û da zanîn ku 29 jin li Tirkiyê hatine kuştin.

Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rewestînin” rapora xwe ya meha Adarê ya der barê tundî û kuştinên jinan li Tirkiyê de eşkere kir.

Li gorî rapora Platformê, 29 jin di meha Adarê de ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.

Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rewestînin”:

9 jin li jêr rewşine bi-guman hatin kuştin.

21 jin di nava banga “di malê de bimîne” hatin kuştin.

2 jin bi bihaneya aborê hatin kuştin.

4 jin bi sûcê çêkirina hesabên medyaya civakî hatin kuştin.

18 jin li malên xwe hatin kuştin.

9 jin jî li cihê kar û kolanan hatin kuştin.

Di raporê de hat diyarkirin ku kuştina 9 jinan weke mirina bi-guman hat ragihandin.

21 jin, di nava 20 rojan de, piştî banga “Di malê de bimîne” ango di navbera 11’ê Adarê û 31’ê Adarê de, hatin kuştin.

2 jin, bi hinceta aboriyê, 4 jin bi hinceta li ser medya civakî hesab vekirine û yên din jî ji ber xwestin hevjînê xwe berdin, hatin kuştin.

18 jin li malên xwe, 4 jin li kargeh, 2 jin di wesayîtê de, jinek di arazî de û 2 jin jî li nava kolanê hatin kuştin.

Platformê teqez kir, di vê pêvajoyê de tundiya li dijî jinê zêdetir bûye.

Di raporê de, hat diyarkirin ku heya sedemên kuştinên jinan neyên piştrastkirin, edalet pêk nayê, li gunehkaran cezayên giran neyin birîn û bergirî neyin girtin, wê tundiya li dijî jinê bi dawî nebe.

Platforma “Em ê Cînayetên Jinan Rewestînin” di rapora xwe ya meha Sibatê de jî kuştina 22 jinan belge kiribû.

Back to top button