DADGEHÊN ALMAN HILDANA ALAYA YPG’Ê SÛC NABÎNIN

Li gel biryara qedexeyê ya Wezareta Karên Hundir û hin eyaletên Almanyayê, dadgehên herêmî biryar didin ku ala YPG’ê ne sûc e.

Dadgeha herêmî ya li bajarê Gelsenkîrchenê di rûniştina duh de biryar da ku Gaertner-Engel bi vekirina ala YPG’ê re ti sûc nekiriye.

Dadgehê diyar kir ku rakirina ala YPG li Almanyayê ne qedexe ye.

Monîka Gaertner-Engel piştî rûniştina dozê diyar kir ku biryara dadgehê ji bo mafên demokratîk girîng e.

Gaertner, piştî biryara beraatê, giliyê rayedarên emniyeta Gelsenkîrchenê kir ji ber ku dest li xwepêşandaneke bi destûr werdane.

Beriya niha jî gelek dadgehên herêmî biryar dabûn ku hildana ala YPG’ê ne sûc e.

Dadgehên herêmî yên li Frankfûrt û Berlînê jî biryar dabûn ku alên PYD, YPG û YPJ’ê dikarin bên hildan.

Li Elmanyayê, heta niha gelek dadgehên herêmî biryarên bi vî rengî dane.

Lê belê bêtehemûliya hêzên polîsan ên li Eyaleta Bayernê ya li dijî YPG’ê balê dikişîne.

Leave a Reply

Back to top button