Buha bilind in û hikumeta Şamê bê helwest e

Li herêmên li jêr kontrola hikumeta Şamê, hinek dikan, kelûpelan bi buhayên ji yên destnîşankirî zêdetir difiroşin, tevî vê jî hîna Wezareta Hundir a hikumetê bilindbûna buhayên madeyên sereke red dike.

Berî çend rojan, Wezaretê lîsteya madeyên sereke ragihandibû, tê de buhayên hemû kelûpelan bilind kiribûn, nemaze yên şekir, çay, birinc û zeytê.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, hikumeta Şamê ti helwestê ji bo vê yekê nîşan nade.

Piraniya malbatên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de ne, rewşine zehmet dijîn.

Li gel sepandina “qedexeya derketina derve” jî, Çavdêriya Sûrî dibêje ku rizqê piraniya van malbatan qut bûye.

Back to top button