Bi dîmen..HRE: 6 çete, li Şera û Şêrawayê hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku, li navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê, 6 çete hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

HRE der barê çalakiyên xwe daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî dan:

26’ê Adarê Hêzên Rizgariyê, li gundê Omera yê navçeya Şera li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke serdegirtinê pêk anî.

Di encamê de, 3 çete hatin kuştin.

1’ê Nîsanê jî, li ser rêya gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawa, li dijî erebeyeke berpirsyarê çetayan ê bi navê Ebû Xalid, çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Tevî Ebû Xalid, 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Her wiha erebeya wan jî hat teqandin.

Hêzên me li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî.

Di encamê de, ziyanên madî gihaştin çeteyan.

Back to top button