kongreya Star: Em zayîna jina azad û zilamê azad pîroz dikin

Bi nêzbûna roja rojbûna rêber Ocalan re, peyamên pîrozbahiyê tê dayîn. Koordînasyona Kongra Star roja rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir û got: Rojbûna serok APO rojbûna jina azad û mirovên azad e.

 

Koordînasyona Kongreya Star der barê 4’ê Nîsanê rojbûna rêber Ocalan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star rojbûna rêber Ocalan li hemû gelên cihanê pîroz kir û wiha got:

Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn gelek mînakên ku bi zayîna xwe di jiyana mirovan û çandan de mîlad afirandine, hene. Lê rêber Apo, bi wateya ku daye jiyana xwe, civak û erdnîgariya lê hatiye dinê, bûye yekbûna van tevahî mîladan.

Kongreya Star: Afirandina civaka exlaqî û polîtîk dê gelan bigihîne aramiyê

Kongreya Star diyar kir ku Rêber Ocalan rastiya afrandina civaka exlaq û polotîk nîşan da û wiha domand:

Rêber Apo bal kişandiye ser vê heqîqetê û destnîşan kiriye afirandina civaka exlaqî û polîtîk wê gelan bigihîne aramî û kêfxweşiya ku taybetmendiya civakî ya bingehîn e. Divê dema hemû cîhan bi nexweşiya vîrûsa Corona re rû bi rû ye, em ji bo balê bikişînin ser şert û mercên jiyana rêber Apo û girtiyên siyasî û xetereya ku tê de ne, çalakiyên hişyariyê bi pêş bixin.

 

Kongreya Star: Em di hêşînkirina jiyana azad de bi israr in

Koordînasyona Kongreya Star diyar kir ku ji ber vîrûsa Corona ew nikarin pîrozbahiyên girseyî bikin û ev bang kir:

Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî wateya vê rojê li her cihên ku lê ne û bi dirûşmeya “Em di hêşînkirina jiyana azad de bi israr in” 4´ê Nîsanê pîroz bikin. Em vê pêvajoya qeyranê ya li ser me ferz kirine bikin firsendek û li hemberî pergala kapîtalîst a nexweş jiyana azad a alternatîf û exlaq hîn rast destnîşan bikin û van bi ser bixin.

Back to top button