Heyva Sor a Kurd nameyeke ji rêxistina tenduristya cîhanî re şand

Ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Corona li herêma Şehbayê, koçberên Efrînê bi riya Hêva Sor a kurd nameyek ji Rêxistina Tenduristiya ya Cîhanî re şand.

Di nameyê de koçberên Efrînê banga rêxistinê kir ku herêma Şehbayê paşguh neke û desteka lezgîn pêşkêş bike.

 

Ji ber metirsiya belvbûna vîrûsa Corona û kêm derfetên Tendurstî li herêma Şehbayê, koçberên ji Efrînê yên li Şehabê bi fikar in.

Koçberên Efrînê bi riya Hêva Sor a Kurdî şaxa Efrînê, nameyek ji Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî re şand.

Di nameyê de wiha hat gotin:

Herêma Şehbayê, herêmeke şer bû û bi taybet şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê lewre erdnîgariya wê dibe cihê metirsiya belavbûna vîrûs û nexweşiyan.

Di nameyê de hişyariya wê yekê hat kirin ku eger vîrûs li herêmê derket wê karîseteke mirovî bi xwe re bîne.

Koçberên Herîma Efrînê di nameya xwe de bang li Rêxistina Tenduristiya Cîhanî kir ku destek û alîkariyên mirovê û tendurstî pêşkêşî koçberên Efrîn bikin û herêmê paşguh nekin.

11 Adara borî, buroya NY ya karûbarên mirovî û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî derbarê vîrûsa Corona û belavbûna wê li Sûriyê raportek weşand.

Di raportê de rêxistinê rgihand ku ji bo pêşîgirtina li ber vîrûsa Corona ew ê destekê bidin Wezerata tenduristiyê ya hikumeta Şamê.

Back to top button