Hikumeta Şamê 6 rewşên nû yên bi vîrûsê ragihandin

Hikumeta Şamê 6 rewşên nû yên bi vîrûsa Coronayê ragihandin û Rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyariya xeteriya vîrûsa Coronayê li Sûriyê da.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku 6 rewşên nû yên bi vîrûsa Cornayê li Sûriyê hatin tomarkirin.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine li Sûriyê bû 16 kes.

Ji wan heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

”WHO” hişyariya xeteriya vîrûsa Corona li sûriyê da

Li aliyekî din Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Sûriyê Nima Seyd Ebid diyar kir ku metirsya belavbûna vîrûsa Coronayê li Sûriyê cihê xeteriyê ye ji ber ku li Sûriyê deverên olî hene û ev yek egera kombûnê zêdetir dike.

Seyd Ebid destnîşan kir ku li rex wê yekê, binesaziya tenduristiyê li Sûriyê ji ber şer têk çûye.

WHO: Ji ber deverên olî li sûriyê belavbûna vîrûsê bi lez pêkan e

Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî li Sûriyê Nima Seyd Ebid da xuyakirin ku rewşên li Sûriyê yên bi vîrûsê ketine hemû ji derveyî Sûriyê hatine û ev yek nîşaneya wê yekê ye ku jimara ji ya ku hikumeta Şamê ragihandiye gelektir be.

Back to top button