Polîs û leşkerên Tirkiyê derdora gundê Amarayê girt

Tevî 2 roj ji 71’emîn salvegera Rojbûna Rêber Ocalan re maye, gund Amarayê hat dorpêçkirin û hemû riyên diçin gund hatin girtin. Birayê rêber Ocalan jî li dijî dorpêçê bertek nîşan da.

Hemû rêyên diçe gundê Amara ya navçeya Xelfetiya Rihayê ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye girtin.

Mehmet Ocalan û kurê wî Omer Ocalan ku parlementerê HDP’ê ye piştî ku ji Amedê vegeriyan, di têketina Amarayê de ji aliyê leşker û polîsan ve hatin rawestandin.

Bi hinceta ku ajokar mala wî ne li gunde, polîsan rêneda ew bikeve gund.

Mehmet Ocalan derbarê pîrozkirina rojbûna Ocalan a îsal de got:

Kesên ku dixwazin rojbûna Serok pîroz bikin, dikarin li mala xwe pîroz bikin.

Dora gund girtine.

Jixwe ji ber şewbê me gotibû, hemû kes dikarin li mala xwe rojbûna Serok pîroz bikin.

Ev qas leşker, polîs û wesayîtên zirxî hewce nake.

Back to top button