Rêjîma Sûrî herêma Cebel El-Zawiyê ya Idlibê topbaran kir

Agirbesta li Idlibê di roja xwe ya 28’an de ye, lê hê jî rojek derbas nebûye jibilî ku ev agirbest were şkandin. Îro jî rêjîm herêma Cebel El-Zawiyê ya Idlibê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro di saetên ber êvarî de artêşa rêjîma Sûrî çend herêmên Cebel El-Zewiyê yên Idlibê topbaran kirin.

Di çarçoveya binpêkirina agirbesta navborî jî Çavdêriya Sûrî ragihand ku hejmarek mezin ji karwanên leşkerî yên dewleta Tirk îro derbasî xaka Sûriyê bûn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, ji destpêka agirbesta Putin-Erdogan ve, bêhitrî 2 hezar û 190 maşîneyên dewleta Tirk derbasî Sûriyê bûne, tevî şandina bi hezaran leşkerên Tirk.

Duh jî serokkomarê Tirkiyê Erdogan û serokê Rûsyayê Viladîmir Putin bi riya telefonê axivîn û têkildarî agirbesta li Idlibê ku di ku 15 Adara borî de pêk hat, nîqaş kirin.

Back to top button