Xabûr Akad: Dewleta Tirk, agirbestê binpê dike

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad diyar kir ku Artêşa Tirk agirbesta NY binpê dike û bi êrîşên xwe tedbîrên ji bo vîrûsa Coronayê hatine girtin, asteng dike.Akad bang li dewletên garantor jî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da êrîşên xwe rawestîne.

Li gel belavbûna vîrûsa Corona li tevahiya cîhanê, NY banga agirbestê li hemû aliyên şer ên Sûriyê kiribû.

Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hişyarî û bangawaziyên NY paşguh dikin.

Têkildarî binpêkirinên artêşa Tirk û bandora wê li sivîlan, fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Xabûr Akad diyar kir ku QSD’ê banga NY bi cih aniye û li gorî wê tev digere, lê artêşa Tirk agirbestê binpê dike.

Xabûr Akad: Eger vîrûsa Corona belav bû, Tirkiyê berpirs e

Akad got:

“Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker, gelek sivîl birîndar bûn û sivîl neçar kirin ku qedexeya derketina derve binpê bikin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Artêşa Tirk bi astengkirina tedbîrên ji bo Coronayê hatine girtin, tawanbar kir, ku eger vîrûs belav bû, wê çaxê dewleta Tirk berpirsyar e.

Xabûr Akad: Divê Tirkiyê agirbesta “NY” di ber çavan re derbas bike

Xabûr Akad bang bang li dewletên garantor jî kir ku zextê li Tirkiyê bikin da sûc û binpêkirinên xwe rawestîne û rê li pêşiya topbarana wê were girtin.

Back to top button