WHO: Metirsiyek mezin li pêşiya Rojhilata Navîn e

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî hişyarî da dewletên Rojhilata Navîn ku bi lez tevbigere û rê li ber belavbûna vîrûsa coronayê bigirin. 

Rêveberê herêmî ya Rêxistinê yê Rojhilat Navîn Ehmed Menzûrî destnîşan kir ku, li welatên ku pergala wan a tenduristî lawaz e Vîrûs belav dibe û ev jî metrisiyeke mezin çêdike.

Her wiha da zanîn ku li welatên sîstema wan a tendirustiyê xurt e jî jimara kesên ji ber vîrûsê mirin zêde ye.

Rêveberê Rêxistina Tendurisitiyê ya Cîhanî eşkere kir ku dibe ji ber lawaztiyan û kêmderfetan, jimar zêdetir bibe.

Back to top button