HRW: Tirkiye karê rêxistinên mirovî asteng dike

Ji ber qurkirina avê ji ser şêniyên herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve, Rêxisitina Human Rights Watch dîsa hişyarî da Tirkiyê, ku bilez ava Stasyona Elok vegerîne. Rêxistinê destnîşan kir ku, qutkirina avê wê ne tenê zererê bide şêniyên herêmê, lê belê ji bo Tirkiyê jî wê xwedî encamine kambax be.

Li gel belavbûna “nexweşiyê” Tirkiye avê ji ser Kurdên Sûriyê qut dike.

Duh dîsa Rêxistina “HRW” desthilatên dewleta Tirk rexne kir, ku paşguhkirina wan zererê digihîne karînên rêxistinên mirovî.

Piştî dewleta Tirk û çeteyên wê, Serê Kaniyê dagir kir, ev zêdetirî 5 caran av ji ser nêzî milyon kesî qut dike.

Rêxistinê destnîşan kir ku kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî rewşên mirovî yên kambax dijîn, ku ji ber qutkirina avê ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve, pergala lûlekêşan di hundirê kampan de xetimîne.

HRW hişyar kir, ev yek wê rê li ber belavbûna Corona veke.

Cîgirê birêveberê beşê Rojhilata Navîn ê Rêxistinê Micheal Page diyar kir, li kêleka vê nexweşiya ku pişt li hikumet û binesaziyên pêşketî şkandiye, desthilatên dewleta Tirk av ji ser herêmên herî hewcedar qut kiriye.

HRW: Divê Tirkiye bi lez avê vegerîne

Page got:

“Divê Tirkiyê bi lez avê li herêmê vegerîne, ji ber ev qutkirin wê ne tenê zererê bigihîne sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûrî, lê belê ji bo Tirkiyê jî wê xwedî encamine pir kambax be.

Rêxistina HWR” her wiha teqez kir “divê Tirkiyê rêzê ji tedbîrên tenduristî yên giştî re bigire, ji ber pêşgirtina Corona ne tenê bi girtina sînoran e”.

Li gel qutbûna avê, Rêveberiya Xweser rastî gelek astengiyan tê û wê nikaribe rê li ber Corona bigire, nemaze ku hemû dergehên xwe jî girtine.

Her wekî biryara rawestandina alîkariyan a Konseya Ewlekariyê ya NY jî, pir zerer gihand herêmê.

Rêxistinên mirovî yên li wir, dibêjin her çi qas berdêlên stasyona Elok hebin jî, nikarin pêdiviya şêniyan bi cih bînin.

Li gorî qanûna navdewletî ya mafên mirovan, divê hikumet û desthilat rêzê ji avê re bigirin, lê dewleta Tirk her vê yekê weke çek li dijî sivîlên herêmê bi kar tîne.

Back to top button