Xetên avê yên xirabûyî tên sererastkirin

Dewleta Tirk a dagirker ev cara 5 ye ku avê li ser bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê qut dike.Herî dawî dewleta Tirk xetên avê bi moşekan hedef girtin û di encamê de av dîsa li ser hesekê û Til Temirê qut bû.

Îro Werşeya restorekirinê ên Şaredariya Gel a Til Temirê berê xwe dan cihên wan xetan da ku sererast bikin.Şaredariya Gel a navçeya Erîşe ya Hesekê ji bo avê ji şêniyên navçeyê re peyda bike stasyoneke biçûk a avê aktîf kir.

 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh xetên ku avê didin Hesekê bi moşekan hedef girtin.

Bi wê re jî xet ji xizmetê derket û av dîsa li ser Hesekê qut bû.

Werşeya restorekirinê ên Şaredariya Gel a Til Temirê berê xwe da cihê xeta avê da ku sererast bikin û avê ji nû ve bighînin bajarê Hesekê.

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Til Temir Xalid Mihemed Elo anî ziman ku wan ji sibehê ve dest bi xebatê kirine da ku xeta xirabûyî sererastbikin.

Xalid Mihemed diyar kir ku xebatên ji bo sererastkirina xeta avê wê îro bi dawî bibe.

Stasyonek biçûk a avê hat aktîvkirin

Ji bo peydakirina avê ji şêniyên navçeya Erîşe re Şaredariya Gel a navçeyê bi hevkariya rêveberiya Avê ya Hesekê, stasyoneke biçûk a ava vexwarinê aktîf kir.

Her wiha bi xwediyên sahrîcan re peyman çêkir da ku avê ji bîran bikişînin û bigihînin şêniyan.

Hevserokê Şaredariya Gel a Erîşe Mihemed El-Cuma diyar kir ku ev stasyon di 8 saetan de 90 bermîl av dide.

El-Cuma diyar kir ku şaredarî avê bi buhayên guncaw dide şêniyan, li beramberî her 5 bermîlan hezar lîreyên Sûriyê distîne.

Lê heman miqdar ji aliyê sahrîcên sivîlan bi 3 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk ev cara 5 ye avê li ser Hesekê û navçeyên wê bi rêya rawestandina stasyona Elokê qut dike.

Back to top button