Li Efrînê çeteyan jina 35 salî revand

Li Efrîna Dagirkirî,çeteyên dewleta Tirk a dagirker jinek 35 salî revand, li navçeya Reco jî şêniyek gulebaran kir.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku li Efrînê çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Fêdan Bîlal(35) yê ji gundê Qude yê navçeya Reco revand.

Û li navçeya Reco ya Efrînê jî çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Osman Hibo (43) yê ji gundê Hesen revand.

Çavkaniyên hermî diyar kirin ku Li gundê Qude yê navçeya Reco çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Merûf Ibrahîm gulebaran kir.

û di serî de birîndar kir.

Çeteyan li Efrîn û Şêrewa malên şêniyan destser kirin

Li aliyek din, çavkaniyan dan zanîn ku li Taxa Eşrefiyê ya Efrînê çeteyan du malên şêniyê bi navê Rêzan Hesen yê ji gundê Meimla ya Reco desteser kirin.

Li gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrewa çete şêniyê bi navê Adil Ehmed lêdan û êşkence kir, û mala wî jî desteser kir.

Back to top button