Li herêma Minbicê Çeteyekî DAIŞ’ê yê dixwest êrîşekê pêk bîne, hat kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyekî DAIŞ’ê ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatibû herêmê û dixwest êrîşên terorî pêk bîne hat kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

Çeteyekî DAIŞ’ê ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de derbasî herêmê bûbû û dixwest êrîşên terorî pêk bîne.

Yekîneya Antî Teror ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew çete şopand û çalakiyek taybet lidarxist.

Çeteyê ku rextekî bombekirî û demance pêre hebû û hewl da bireve hat kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku çeteyî hatî kuştin ne Sûrî bû.

Meclis Leşkerî ya Minbicê her wiha teqez kir ku hemû kesên dixwazin derbasî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û tevliheviyan çêkin û êrişên terorî pêk bînin, dişopîne.

Back to top button