FORUMA’QIRKIRINA ETNÎK Û GUHERTINA DEMOGRAFÎK LI EFRÎNÊ’ BI ENCAMNAMEYEKÊ BI DAWÎ BÛ

Foruma Qirkirina etnîkî û guhertina demografiya Efrînê bi encamnameykê bi dawî bû.

Di encamnameyê de tê gotin ku, divê qedexekirina hewayî li ser Bakurê Sûrî were ferzkirin.

Di heman demê de çalakî bi her awayî ji bo rizgarkirina Efrînê bêne xurtkirin û pêşî li qirkirina etnîkî û guhertina demokgrafîk were girtin.

Her wiha banga cezakirina fermandarên Tirkiyê ku cihê xwe di êrîşa li ser Efrînê de girtin, hat kirin.

Foruma Navnenteweyî ya di bin navê qirkirina etnîkî û guhertina demografiya Efrînê, bi beşarbûna 150 adademisyen, siyasetmedar, hiqûqnas û kesayetên din ji deverên cîhanê bi rêya skype û qeydên dîmen li navçeya Amûdê hat lidarxisitin.

Di 3 rojan de çawaniya rawestandina guhertina demografîk, gavên ber bi rizgarkirina Efrînê ve bi hemû rêbazên siyasî, çandî, aborî, civakî û dîrokî hatin nîqaşkirin.

Forum piştî nîqaşên sê rojan bi encamnameyekê bi dawî bû.

Di encamnayê de ev pêşniyar hatin kirin.

– Heta ku dagirker ji Efrînê werin qewitandin Komcivîn, kongre li welatên xwedî giraniyeke herêmî û navdewletî werin lidarxistin.

.-Komîteyek ji nasnameyên cuda were avakirin da ku biryar û pêşniyarên komcivînê bişopînin.

-Navenda belgekirina kiryarên Tirkiyê li Efrînê were vekirin.

-Xebatên diplomasî li rêxistinên fermî û yên ne fermî ji bo Efrînê bêne xurtkirin.

– Ji bo ku gilî radestî dadgehên navdewletî bê krin û binpêkirinan li gel saziyên hiqûqî yên navdewletî û rêxistinên civaka navdewletî were belgekirin, komîtekeyk qanûnî were avakirin..

-Saziyek ragihandinê were avakirin ku binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bike.

-Piştgirî bi gav û tedbîrên vegera şêniyên Efrînê li warê wan bê kirin. Milkên şêniyên Efrînê ku hatine desteserkirin li gorî rêbazên rewa û qanûnên navdewletî û peymanên mirovî were vegerandin.

-Bang li gelê Kurd, gelê Sûriyê û dostên wê were kirin ku çalakiyên xwe yên bi armanca rizgarkirina Efrînê xurt bikin û rojek wekî piştgiriya Efrînê were ragihandin.

-Banga ferzkirina qedexekirina hawayî li herêmên Bakurê Sûrî bê kirin da ku tecrûbeya Efrînê neyê dûbarekirin.

-Navên fermandarên leşkerî yên Tirkiyê û çeteyên wê ku êrîşî Efrînê kirine werin belgekirin da ku sewqî dadgeha navdewletî werin kirin.

-Bang li saziyên mafê mirovan ên navdewletî were kirin da ku bi awayekî lezgîn alîkariyê ji şêniyên Efîrnê yên li Şehbayê re bişînin.

Leave a Reply

Back to top button