Li herêmên hikumeta Şamê qedexekirina derketina derve dest pê kir

Li tevahiya herêmên jêr kontrola hikumeta Şamê îro qedexekirina derketina derve dest pê kir.

Îro li tevahiya herêmên girêdayî hikumeta Şamê qedexekirina derketina derve ya rojên În û Şemiyê dest pê kir.

Li gorî hikumeta Şamê her rojên În û Şemiyê ji saet 12’ê nîvroyê heta 6’ê sibeha roja din qedexeya derketina derve dikeve meriyetê.

Duh Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku 6 rewşên nû yên bi vîrûsa Cornayê li Sûriyê li herêmên jêr kontrola hikumeta Şamê hatin tomarkirin.

Bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku bi vîrûsê ketine bûn 16 kes.

Ji wan heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button