Li Amarîka bêdengiyek ya mirinê heye

Belê ev bîlançoyên me niha parvekirî, rastiya rewşa heyî nîşan dide. Parzemînên Amerîka û Ewropa jiyan rawestiya ye. Dîmenên ku ji van welatan tên, bêçaretî û metirsiyê careke din bi mirov dide hiskirin.

 

Li derdor dengê guleyan nayê bihistin, yan jî li esmanan balefrên şer nagerin.

Lê atmosfera heyî ji ya şerekî ji zêdetire.

DYA ku bûye navenda vîrûsa Corona bi tedbîrên hişk re, li dijî vîrûsê têdikoşin.

Li bajarê herî mezin yê Amerîka New York ê, dengê ambûlansan qet naraweste.

Xebatkarên tenduristiyê jî dibêjin, ew ber bi navenda şer ve dimeşin.

Xebatkar kêmderfetiya heyî ji rexne dikin.

Waliyê eyaleta New Jersey jî serdana navendên nû yên ji bo nexweşan têne amadekirin kir.

Walî Phil Murphy, dema pesnê kesên li pişt projeya avakirinê dida, got,

Xuda dizane ku pêwistiya me bi vê heye.

Vîrûsê xwe berda nava keştiya leşkerî ya Amerîka ku 2 hezar û 700 leşker têde ne.

Di keştiya ku balefir li ser radibin de 93 kes bi vîrûsê ketine.

Li peravên Meksîka ku bi dehhezaran kes lê bûn, niha bi bêdengiya mirinê re maye.

Li parzemîna başûr ya Amerîka jî welatê herî zêde ji vîrûsê bandor bûye Brezilya ye.

Li stadyomên Fotbolê çadirên ji bo nexweşan hatine danîn.

Welatên Ewropa li dijî vîrûsê tedbîran zêde dike

Li parzemîna Ewropa jî rewşa heyî pir metirsîdare.

Îtalyaya kêmek be jî bi kêmkirina jimara mirî û kesên bi vîrûsê ketîn hêvî da çêkirin.

Li nexweşxaneyên welêt teknolojiya herî pêşketî êdî tê bikaranîn.

Ev tevgera hatî çêkirin, dibe sedema nêzîkbûna fizîkî ji holê rake.

Almanya her çiqasî pêşî li mirina zêde ya nexweşan digre jî, lê bi ti awayî nekariye rê li ber belavbûna vîrûsê bigre.

Li 78 nexweşxaneyan di xebatkarên tenduristiyê de, vîrûs hate dîtin.

Bêrîtanya jî li pêşberî vîrûsê tedbîran zêde dike.

Li navenda paytexta Ingiltere Londonê, cihên nû ji bo termê miriyên ji ber vîrûsê lê bigrin hatin çêkirin.

Maseyên kirîzê yên rêxistinên Kurdî û Tirkî hatin avakirin

Li Holanda, rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdî û Tirkî, ji bo rûbirûbûna vîrûsa Coronayê maseyên krîzê ava kirin.

Maseyên krîzê li bajarên Den Haag, Amsterdam, Rotterdam, Arnhem û Zandamê hatin avakirin.

Li Yunansîstanê jî li nava kampa Ritsona ya koçberan ku 75 km ji paytext Atînayê dure, li ser 23 kesan vîrûs hat dîtin.

Piştî vê kamp di nava çavdêriyê de ye.

Li Çînê jiyan asan dibe

Lî Çîna ku jêdera vîrûsa Corona bû, piştî tedbîrên hişt, êdî rewşa li nava bajaran asan dibe.

Parêzvanên li ber dergehên baxçeyên runiştinê jî bi karanîna berçavkên pileya germahiyê dipêvin ji nêzve rewşê dişopînin.

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî hişyarî da dewletên Rojhilata Navîn ku bi lez tevbigere û rê li ber belavbûna vîrûsa coronayê bigirin.

Back to top button